Li Geverê yekem car e cotkarekî guleberoj çandine

05-09-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Cotkar Şerefettîn Ertugrul/ Wêne: Rûdaw
Cotkar Şerefettîn Ertugrul/ Wêne: Rûdaw
Nîşan Gever Guleberoj Cotkar
A+ A-

Gever (Rûdaw) - Yekem car e cotkarekî ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê guleberoj çandiye.

Ev yek jî bûye cihê hêviyê bo xelkê Geverê ji ber ku heta niha li deşta Geverê tenê genim dihat çandin.

Eger projeya çandina guleberojan serkevtî bibe îhtimal heye ku li navçeyê kargehên rûnê guleberojan jî bê vekirin.

Deşta Geverê bi rûberê xwe yê 2385 kîlometreduca deşta herî mezin ya parêzgeha Colemêrgê ye.

Lê beşeke kêm ya vê deştê tê çandin ji ber ku av kêm û piraniya deştê nûhêlan, mûrgelan û quravk e.

Şerefettîn Ertugrul yekem car e li zeviya xwe guleberoj çandiye û dixwaze ku edî li deştê ne tenê genim û garis berhemên din jî bêne çandin.

“50 - 60 sal e tenê genim û ceh tên çandin”

Cotkar Şerefettîn Ertugrul li ser çandina guleberojan got

“50 - 60 sal e em dibînîn ku tenê genim û ceh tên çandin lê eger bê xwestin dikarin guleberojan jî biçînin.

Lê daxwaza me av e, ne tenê ji bo gundê me ji bo hemû Geverê av pêwîst e.

Bendavek li aliyê Bajêrgeyê tê çêkirin lê çend sal in karek nayê kirin.

Eger bendav temam bibe av bigehe deştê hema çarêka deştê bê çandin têra hemû Geverê dike.”

Guleberojên ku şerefettîn Ertugrul li ser 10 donimon erd çandine yên dendikên hûr in û dibin rûn.

Serokê jora kiştukalî jî alîkariyeke mezîn daye vî cotkarî.

Yek ji armancên jora kiştukalî jî zedekîrîna coreyên berhemên çandîniyê ye.

Bi gotina serokê jorê eger çandina guleberojan zêde be dê li Geverê kargeha rûn jî bê vekirin.

“Me got em çima li Geverê guleberojan neçinin û me dest pê kir”

Serokê jora kiştukaliyê ya Geverê Perviz Geçîrgen got:

“Em li Trakya û Edirne geriyan me dît ku xelkê wê de rê guleberojan diçine lê li Geverê xelk tenê genim û once diçinin.

Me got em çima li Geverê guleberojan neçinin û me dest pê kir.

Berê xelkê Geverê guleberoj nediçinîn. Erdê Geverê jî guncaw e.

Lazim e êdî xelkê me guleberojan biçine û debara xwe pê bikin.”

Li gorî amarên îdareya kiştûkalî tenê ji sedî 8,6ê erdê parêzgeha Colemêrgê tê çandin û berhemên sereke jî genim û ceh in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst