Li Qendîlê barhilgirek hat bombebarankirin

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Qendîl Bombebaran Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ber avahiya Şaredariya Qendîlê bargilgirek hat bombebarankirin.

Hevserokê Şaredariya Qendîlê Dilşêr Îbrahîm ji Rûdawê re axivî û got ku berê êvarê li ber Şaredariya Qendilê barhilgirek ji aliyê dronekê ve hatiye bomberbaranakirin.

Îbrahîm da zanîn ku di bomberaranê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Dilşêr Îbrahîm diyar kir ku şofêr barhilgirê li nêzî Şaredariya Qendîlê rawestandiye, ji ber vê yekê tenê barhilgir û avahiya şaredariya Qendîlê zirar dîtine.

Hevserokê Şaredariya Qendîlê Îbrahîm da zanîn ku ji ber bombebaranê agir bi tanka gazê ketiye û ziyan gihîştiye avahiya şaredariyê û derdorê.

Herwiha Îbrahîm tekez kir ku di bombebaranê de ti kesî canê xwe ji dest nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst