Hinardeya Bakurê Kurdistanê kêm bûye

05-09-2023
RÛDAW
Nîşan Hinarde Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Hinardekarên Başûrê Rojhilatê Anatolyayê (GAIB) ragihand ku hinardeya kompanyayên endamên wan di tebaxa îsal de li gor heman meha par ji sedî 2,7 kêm bûye.

Rêjeya meha tebaxa îsal daketiye milyarek û 54 milyon û 707 hezar dolaran.

Serokê Koordînatoriya GAIBê Ahmet Fikret Kileci amarên hinardeya meha Tebaxa 2023yan eşkere kirin û got:

“Hinardeya herêmê ku piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê daketibû careke din baş bûye.”

Fikret Kileci da zanîn ku di meha tebaxê de jî hinardeya wan milyarek dolar derbas kir û wiha domand:

“Hinardeya 8 mehên destpêkê yên sala 2023an jî gihiştiye 7,5 milyar dolaran. Ji sedî 39,3yê hinardeya me bi welatên Rojhilata Navîn re bûye. Ji sedî 18,7 bi welatên Ewropayê re û ji sedî 13,8 jî bi welatên Afrîkayê re bû.”

Dîlok yekem e

Parêzgeha Dîlokê, di nav bajaran de di rêza yekem de cih digre.

Piştî Dîlokê bajarên, Mêrdîn, Mereş, Meletî, Riha, Amed, Kilîs û Semsûrê tên.

GAIBê herî zêde kelûpel hinardeyî Herêma Kurdistanê û Îraqê kiriye û li dûv re Amerîka, Îtalya, Sûriye, Brîtanya, Almanya, Erebistana Siûdî, Lîbya, Îsraîl û Rûsyayê tê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst