Semsûr; Ciwanê hevalê xwe rizgar kir bi xwe xeniqî

05-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, ciwanekî hevalê xwe yê ku hindik mabû di Çemê Kolikê (Kahta) de bixeniqe rizgar kir, lê bi xwe canê xwe ji dest da.

Bûyer duh Yekşembê 4ê Îlonê li navçeya Kolik (Kahtay) a parêzgeha Semsûrê çê bûye, navê wî ciwanê xeniqiye jî Mustafa Batmaz û 30 salî hatiye ragihandin.

Li gor agahiyan, Mustafa Batmaz tevî hevalekî xwe ji ber germa havînê û ji bo ku xwe hênik bikin, çûne nav Çemê Kolikê lê piştî demekê Mustafa dibîne ku hevalî wî di bin xetera xeniqînê de ye û diçe wî rizgar dike.

Piştî rizgarkirina hevalê xwe ku medyayên Tirkiyê navê wî aşkere nekirine, Mustafa Batmaz ê 30 salî di heriya çem de dimîne û canê xwe ji dest dide.

Hatiye ragihandin, hevalê Mustafa ku bi xwe di xetera xeniqînê de bûye û hatiye rizgarkirin, dema dibîne Mustafa di heriyê de maye û jiyana wî di metirsiyê de ye, destpêkê bi derfetên xwe hewl dide ku wî wî rizgar bik, lê dema bisernakeve, agahiyê dide tîmên hewarçûnê û ekîbên tenduristiyê.

Herwiha ekîbên xewasî yên Rêvebiriya Polîsan a Semsûrê ber bi cihê bûyerê ve hatin şandin.

Piştî 4 saetan hewldan û lêgerînê, ekîbên xewas cenazeyê Mustafa Batmaz dîtin.

Termê Mustafa Batmaz ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê (Kahtayê).

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst