Hêzên Tirkiyê Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran dikin

05-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiye yên ku li derdora bajarokê Marihê li bakurê Helebê dimînin, bajarokê Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, îro 5ê Îlonê hêzên Tirkiyê û çekdarên ser bi wî welatî yên li derdora bajarokê Marihê li bakurê Helebê dimînin, bajarokê Til Rifet û gundên Şehbayê topbaran dikin.

Hevdem şerekî giran li çeperê Kebaşîn-Burc Heyder di navbera hêzên hikûmeta Sûriye û hêzên Tirkiyê de derketiye, heta niha zirarên şerê navbera herdu aliyan nehatiye zanîn.

Roja 3ê Îlonê jî, hêzên Tirkiyê gundên el-Şiale, el-Sed, Um el-Qura û Hisacik ser bi Şehbayê li bakurê Helebê topbaran kiribûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst