Rêveberiya Xweser: Zaroka birîndar Silava Remezan şehîd bû

05-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku birîndareke din a bombebarana Tirkiyê ji gundê Şemokê re canê xwe ji dest da.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Tebaxa 2022an de li gundê Şimokê ya Hesekê bi dronan êrişî navnedeke perwerdehiyê ya zarokên keç ku girêdayî Netewên Yekbûyî ye kiribûn û di encamê de 4 zarokên keç jiyana xwe ji dest dabûn, 11 zarokên keç jî birîndar bûbûn.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ragihand ku xwendekareke keç ku di bombebarankirina gundê Şemoke birîndrar bûbû jiyana xwe ji dest da.

Li gor daxuyaniyê zaroka canê xwe ji dest daye navê Silava Remezan e, û ji Dirbêsiyê ye û di 2005an de ji dayik bûye.

Silava Remezan ji nav hêzên serbazî hatibû derxistin û li wê navendê dihat perwerdekirin, roja 1ê vê mehê ji ber giraniya birînan şehîd bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst