Kampanya ji bo damezirandina mamostayên Kurdî berfireh dibe
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Wezareta Perwerdeya Tirkiyê ji bo sala xwendinê ya 2022 û 2023an, tenê 3 mamostayên fêrkirina zimanê Kurdî damezirandin, Hereketa Zimanê Kurdî HezKurdê dest bi kampanyayên nerazîbûnê kir û bi rêya hashtagan daxwaza damezirandina 200 mamostayên Kurdî dixe rojeva raya giştî, partiyên siyasî û desthilata Tirkiyê.
Nerazîbûna li hemberî damezrandina tenê 3 mamsoteyên Kurdî ji aliyê Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê ve mezin dibe. Kampanyaya ku li ser Twitterê bi hashtaga #Kurdceye200EkAtama (ji bo Kurdî 200 mamostayên din Damezirînin) bi pêşengiya HezKurdê, ev mijar di rojeva bikarhênerên medyaya civakî de bû.
Berdevkê HezKurdê Barij Celalî bi riya twîttera xwe pirs ji tevahiya pilebilindên Kurd ên di nava partiyên Tirkiyê de kir, ku ka ew di vê derbarê de çi dibêjin.
Endamê Desteya Damezrêner ê Partiya Pêşerojê Cuma Îçten bi twîtekê bersiva Berdevkê HezKurdê da û got, weke Partiya Pêşerojê, ew piştgiriya vê kampanyayê dikin û bi kêmî ve divê 200 mamostayên din ji bo Kurdî bêne damezirandin.
Barij Celalî herwiha beşdarî bultena Rûdawê bû û diyar kir ku ew ji bo armanca xwe ew peywendiyê bi hemû aliyan dikin û got: “Bi saya van xebatan mijara ziman normalîze dibe û dikeve rojeva Tirkiyê û partiyên Kurdî û yên Tirkiyê jî zêdetir bi mijara ziman ve mijûl dibin.”
Celalî da zanîn ku wan daxwaza xwe ya damezrandina 200 mamosteyên Kurd gihandina Wezareta Perwerde ya Tirkiyê û li ser gotûbêj jî hate kirin û wek pêwîst hate dîtin, lê ti gav ji bo wê nehate avêtin û ew weke karteke siyasî tê bikarnaîn.
Di destpêka Tîrmeha îsal de Kampanyaya ku bi pêşengiya Înîsiyatîfa Şopandina Perwerde û Reformê ya Amedê (DÎERG) li ser medyaya civakî bi hashtaga #Kurdceye200EkAtama hatî destpêkirin di demeke kurt de rastî eleqeyek mezin hat û bû TT.
Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê, bo ziman û edebiyata Erebî 175, bo Îngilîzî 1004 û bo Almanî 1 mamoste kontenjan diyar kirine. Lê ji 20 hezar kontenjanan, ji bo zimanê Kurdî ku li Tirkiyê zimanê duyem ê axaftinê û li Bakurê Kurdistanê zimanê yekem û zimanê resen ê xelkê ye, tenê 3 kontenjan diyar kirine. Ji wan 3 kontenjanan jî, 2 ji bo zaraveya Kurmancî û yek jî bo zaraveya Dimilkî anku Zazakî ye.