Li Rihayê dest bi ser 528 berhemên dîrokî de hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşar a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve hêzên ewlekariyê dest danîn ser 528 berhemên dîrokî yên serdema Roma, Bîzans û Ebasî ku yên heyama Tûnc bûne.

Tîmên Şaxa Têkoşîna Tawanên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Cendirmeyan a Wêranşarê bi serpereştiya Serdozgeriya Komarî ya Wêranşarê, li ser zanyariyan xebat dan destpêkirin.

Di encama xebatên hêzên ewlekariyê de hat tesbîtkirin ku li Wêranşarê di kargeha kesekî de berhemên dîrokî hatine veşartin.

Tîmên cendirmeyan bi ser kergehê de girtin û li wê derê 351 sîke (pereyên metal), 50 gustîl, 88 berhemên cuda, 7 helqe, 2 mohr, 2 şûr, 2 rim, 4 xençer, 3 kûz, 2 tas, 2 bazin, gerdenek û 14 tîr, bi giştî 528 perçe berhemên dîrokî dîtin û dest bi ser de girtin.

Herwiha di çarçova operasyona hêzên ewlekariyê de kesek jî hat girtin.