Li Semsûrê xwişkên cêwî bi birayên cêwî re zewicîn

05-09-2021
RÛDAW
Nîşan Semsûr Cêwî Zewac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Semsûra Bakurê Kurdistanê xwişkên cêwî Nûrsel û Nurgul Tepê bi birayên Abuzer û Gaffarî Koparal ên ku wekî wan cêwî ne re zewicîn.

Mera bûk û zavayan Şaredarê Semsûrê Suleyman kilinç birî û şahidiya wan jî parêzgarê Semsûrê Mahmût Çûhadar kir.

Parêzger Mahmût Çûhadar got “di jiyana xwe de cara yekem e ku şahidiya mereke wiha dikim.”

Şaredar Suleyman Kilinç jî got “gava ku me mera cêwiyên yek hêkî birî, me zehmet kişand. Di navbera ji dayîkbûna wan de 5 xulek heye. Dişibin hev. Ez bextewariyê ji herdu cotan re dixwazim. Em şaş man, ev cara yekem e ku tiştek wusa diqewime.”

Ji zavayan Abûzer Koparal jî got “Xwedê kir qismet, em zewicîn. Em pir kêfxweş in, bila Xwedê zarokên cêwî bikê nisîvê me.”

Ji bûkan Nûrsel Koparal jî wiha axivî “Bi xwişka xwe re me dixwest bi birayên çêwî re bizewicin, spas ji xwedê re xewna me pêk hat. Em pir kêfxweş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst