Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Amedê jî di nav de 14 baroyên Bakurê Kurdistanê derbarê Mîhraç Mîroglu yê 7 salî ku li Şirnexê ji aliyê wesayîtke zirxî ve hat kuştin, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebin mirinên jirêzê.
Li taxa Turgut Ozalê ya Hezexa ser bi parêzgeha Şirnexa Bakurê Kurdistanê ve, wesayîteke zirxpoş li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglu da.
Mîhraç Mîroglu yê 7 salî ji bo dermankirinê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê hat rakirin. Lê tevî hemû hewldanan jî Mîhraçê biçûk canê xwe ji dest da.
14 baroyên Bakurê Kurdistanê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kirin û tê de ragihandin ku li qadên jiyanê bikaranîna wesayîtên zirxî dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.
Herwiha baroyan diyar kir ku di navbera salên 2008 – 2018an de 36 zarok di encama lêxistina wesayîtên zirxî de jiyana xwe ji dest dane û tedbîrên pêwîst nehatine wergirtin.
Baroyan diyar kirin ku parastina mafê jiyanê erka bingehîn a dewletê ye. Baroyan ji Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a parlamentoya Tirkiyê xwestin ku li ser qezayên wesayîtên zirxî ku bûne sedem komîteyek jêrîn ava bike û rapora lêkolînê amade bike.
Baroyên Bakurê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha ragihandin:
“Li navçeya Hezexê ya bajarê Şirnexê di encama lêxistina wesayîta zirxî de Mîhraç Mîroglu yê 7 salî jiyana xwe ji dest daye. Ev mirin, li herema me ku wesayîtên zirxî bûne sedem, ne mirina yekem e û mixabin dê nebe mirina dawîn jî.
Li gorî rapora ku Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di sala 2019an de li ser qezayên wesayîtên zirxî yên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê yên Tirkiyeyê amade kiriye di 10 salên dawî de 16 ji wan zarok 36 kesa jiyana xwe ji dest dane, 85 kes jî birîndar bûne.
Piştî vê raporta ku di sala 2019an de bi raya giştî re hat parvekirin, mirin û birîndarên bi vî rengî li Şirnex, Êlih, Amed û parêzgehên din ên herêmê berdewam kirine. Ev rewş dide xuyakirin ku sazî û kesên ku ji ber bikaranîna wesayîtên zirxî berpirsiyar in, di girtina tedbîrên pêwîst û bicîhanîna berpirsiyariyên xwe de di çarçova xetere û tevdîrên texmînkirî de xemsariya xwe nîşan nadin.
Divê mirinên ji ber wesayîtên zirxî nebe mirinên jirêzê. Parastina mafê jiyanê erka bingehîn a dewletê ye. Mihaç Miroğlu li ber mala xwe, li kolana xwe û li cîhê jîyana xwe di encama lêdana wesayîta zirxî ya ku karbidestên giştî ji bo parastina mafê jiyanê bikar dianîn de miriye.
Bikaranîna berfireh a wesayîtên zirxî li qadên jiyanê ji bo mebestên ewlehiyê, di serî de ji bo zarokan dibe sedema binpêkirina mafê jiyanê.
Di dosyayên kiryarên karmendên bicîhkirina qanûnê de nemeşandina lêpirsîneke bi bandor; Gelek caran, wezîfedarkirina personelên ku di xwedî ehliyeta bikaranîna wesayîtên zirxî ne û perwerdehî nedîtine, ku di bin navê "hinceta ewlehiyê" de wesayîtên bi tonan giran bikartînin, binpêkirina mafê jiyanê encam didin. Di derbarê her binpêkirineke lêpirsîna bê bandor û bê dadmend ji mirina bi dehan zarok û mezin yên di encama lêxistna wesayîtên zirxî de, ji bo yeka din vexwendname derdixe. Li gorî "prensîba serweriya hiqûqê" kiryar kî dibe bila bibe divê dadwerî hesta dadmendiya mexdûran bicîh bîne û bi pratîkê divê bikaribe hêza xwe ya pêximker bide hîskirin da ku binpêkirinên bi vî rengî çênebin.
Em wek baroyên ku îmzeyên wan li jêrê hene; Berî her tiştî em ji Mihrac Mirogluyê ku wefat kiriye re rehmet û ji malbata wî ya xemgîn re sersaxî û sebrê dixwazin. Em daxwaz dikin ku Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a parlamentoya Tirkiyê li ser qezayên wesayîtên zirxî bûne sedem komîteyek jêrîn ava bike û rapora lêkolînê amade bike, rayedarên dadwerî û îdarî li dijî van mirinên ku bi salan e berdewam dikin lêpirsînek bêalî û bibandor bikin. Em bi raya giştî re parve dikin ku em ê di nav de mirina Mihrac Miroğlu jî heye, pêvajoya şopandina dozên ku di derbarê mirin û birîndarên bi vî rengî bişopînin.
Baroyên ku daxuyaniyê îmze kirine wiha ne: Baroya Semsûrê, Baroya Agiriyê, Baroya Êlihê, Baroya Çewligê, Baroya Bedlîsê, Baroya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Colemêrgê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mûşê, Baroya Şêrtê, Baroya Rihayê, Baroya Şirnexê, Baroya Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse