Galeriya wêneyan

05-09-2021
11 Photos

Dêra li Girava Axtamarê ya li nav Gola Wanê ku salê carekê bi destûra taybet a Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ji îbadetê re tê vekirin, îsal girseya 9emîn li dar xist.

Sekreterê Giştî yê Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê û Serokê Meclîsa Rûhanî, Serekkahîn Tatul Anousyan tevî hejmarek oldarên Krîstiyan, îro serê sibê ji bendera Gevaşê çûne giravê û merasîma xwe ya olî saz kirin.

Beşdarên merasima ku bi beşdariya 25 oldarên Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê hat lidarxistin, ji bo tendirustî û aştiyê dua kirin û sirûdên olî xwendin.

Wêne: AA