Li Dêra Axdamarê ayîn dê were kirin

05-09-2020
RÛDAW
Nîşan Dêra Axdamar Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Grava Axdamara ku di nav Gola Wanê da ye, sibe Yekşemê ayîna 8emîn dê were kirin ku salê carekê birêve diçe.

Bi destûra taybet a Wezareta Çand û Geşyariya Tirkiyê, li Dêra Axdamarê piştî 95 salan cara ewil di 2010ê de ayîn hat lidarxistin. Ayîn salê carekê tê lidarxistin û ji bo ayînê amadehiyan dest pê kir.

Her sal bi sedan kes beşdarî ayînê dibin, lê îsal di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) de kêm kes dê beşdar bibin.

Ayîn dê sibe roja Yekşemê 6ê Îlona 2020an were kirin, ziyaretvan dê ji Îskeleya Artemêtanê bi kelekan derbasî giravê bibin, piştî pîvana agirê laş û karên din dê bikaribin beşdarî ayînê bibin.

Dêra Axdamarê ji bo Ermeniyan pir girîng e, û ji bo ayînê tê pêşbînîkirin ku gelek kes ji bajêr û derdora bajrê dêrê ziyaret biki.

Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bilmez diyar kir, her sal di meha îlonê de ji nav Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û derveyî welêt gelek kes ji bo ayînê diçin wî bajêrê Bakurê Kurdistanê.

Mehmet Emîn Bilmez da zanîn ku îsal ji ber vîrusa koronayê ayîn dê bi kêm kesan were kirin û wiha pê de çû: “Îsal ji ber pandemîyê tenê kesên ku hatine kifşkirin dê bikaribin herin giravê. Ayîn dê bi zindî were weşandin. Di wextê ayînê de dê kesekî din hilnedin giravê. Ekîbeke ku ji 25 kesan pêk tê, dê ji Stenbolê were. Ayîn dê bi van 25 kesan were kirin. Piştî ayînê girav û dêr dê ji bo ziyaretê vebe. Ji bo ayînê hemû tedbîr hatin hildan.  Her tişt dê li gor rêkarên pandemîyê were cîbicîkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst