Karkerên Kurd ji Rûdawê re behsa êrişa li Sakaryayê kir

05-09-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Piraniya wan karkeran jin û zarok in
Piraniya wan karkeran jin û zarok in
Nîşan Karker Mêrdîn Bakurê Kurdistanê Sakarya Kurd
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê hejmareke nijadperestên Tirk êrişî karkerên Kurd kirin ku ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji bo karê findiqan çûbûn wê parêzgehê.

Ew 16 karkerên Kurd ku piraniya wan  jin û zarok in, piştî êrişa nijadperestên Tirk neçar man vegerin gundê xwe li Mêrdînê.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Amedê Maşallah Dekak çû mezraya gundê Kelekê ku ser bi Şemrexa Mêrdînê ve ye û li gel wan karkeran axivî û karkerên niştecihên wî gundî behsa êrişa li ser wan kir.

Ew karker ku piraniya wan jin û zarok in dibêjin dema ku ew li taxa Koyyeri ya navçeya Kocaalî li nav bexçe dixebitin, ji nişka ve rastî heqaret û êrişa hejmareke xelkên wê deverê hatin.

Karkerê bi navê Bariş Demîr dibêje, “Dema em li bexçeyê dixebitîn, yek ji xwediyê kar hat û got ji vê derê herin. Em jî çûn û paşê bavê wan hat got “hûn kuçik in”. Em çûn malê, lê paşê bivir anî û got “em dê sere we jê bikin”. Min xwe li zeviya findiqan veşart û ez li cendirme geriyam.”

Jinek ji wan ku rastî êrişê hat dibêje, “Hatin heqaret li me kirin. Piştî ku me qebûl nekir, dest bi êrişê kirin. Heqaret li Kurdbûna me kirin.”

Ew karkerên Kurd dibêjin, ew bo heyama 20 rojan li wê deverê xebitîn û piştre wê bûyerê rû da.

Karker Bariş Demîr dibêje, “Me kelûpelên xwe anîn û em bi rê ketin. Me mînîbusek rawestand. Mardînî bû. Em gihandin vê derê.”

Yek ji xwîşkên Bariş Demîr jî dibêje, “Gef li me xwar in. Gotin, em dê benzînê bi ser we de bikin û we bişewitînin. Navê wî kesê pordirêj Hesen e ku li jinekê dida. Li kurmetê min jî dan.”

 

 

Karkerek din dibêje, “Ez li ser bane bûm. Jinekê bivir anîbû û digot em dê sere we jê bikin. Me jî got em dê polîs û cendirme agahdar bikin. Wan jî got, ev der ne Mêrdîn e, ev der ya me ye. Leşker jî yê me ye. Em naxwazin ev bûyer bê girtin. Divê kesên êrişî me kirine bên cezakirin.”

Yek ji wan zarokên ku li gel malbata xwe çûbû Sakaryayê dibêje, di wî şerî de derb bi lingê wî jî ketiye û ew naxwaze êdî biçe wê parêzgehê.

Dayika yek ji wan karkeran jî ji Rûdawê re diyar kir, “Zarok ji bo dabînkirina pêdawîstiyên xwe yên dibistanê çûbûn wê deverê. Lê heqaret lê hatiye kirin û rastî êrişê hatine. Dema mamosteyek, kesekî Tirk tê vê derê em li ser serê xwe cih didinê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst