Selîm Cibûrî: Rola Serok Barzanî di avakirina dewleta medenî de gelek girîng e

05-09-2019
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Selîm Cibûrî Kurdistan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Reformên Medenî Ji bo Iraqê, Selîm Cibûrî, ragihand ku di avakirina dewleta medenî de rola Serok Barzanî gelek girîng e.

Serok Mesûd Barzanî îro li Selahedînê, pêşwazî li Serokê berê yê Parlamentoya Iraqê û Sekreterê Giştî yê Partiya Kombûna Reformên Medenî Ji bo Iraqê Selîm Cibûrî kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî di hevdîtinê de gotûbêj li ser geşedan û guhertinên dawîn ên li Iraqê û herêmê rû dane, hatine kirin.

Herwiha hatiye gotin Selîm Cibûrî di civînê de ragihandiye ku rola Serok Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser pêkanîna proseya siyasî, aramî û bingehdanîna dewleta medenî gelek girîng e.

Herwiha di wê kombûnê de tekezî li ser berdewamiya peywendiyên di navbera her dû aliyan û hemahengiya siyasî û parlamentoyê kirin.

Di wê hevdîtinê de Berpirsê Mekteba Peywendiyên Kurdistanî û Iraqî ya Partiya Demokrata Kurdistanê Elî Husên amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst