Barzanî bo xelkê Besra: Em hevxem û piştevanê we ne

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî peyamek arasteyê xelkê Besrayê kir û ragihand, “em hevxemî û piştevaniya xwe bo welatiyên bajarê Besrayê radigihînin û hêvî dikin, rêz li mafên wan were girtin û daxwazên wan werin cîbicîkirin, ku di bingeh de ew daxwazî sadetirîn maf in ku pêwîst e her mirovek hebe.”

 

Di beşeke vê peyamê de Serok Mesûd Barzanî dibêje, “em bi bûyerên bajarê Besra û canjidestdan û birîndarbûna xelkê nerazî û geşedanên wan çend rojên dawiyê yên li vî bajarî nîgeran in, ez hevxemî û serxweşiya xwe arasteyê malbat û kesûkarên qurbaniyan dikim û hêviya bilez başbûnê ji birîndaran re dixwazim.”

 

Di peyamê de herwiha tê gotin: “Cihê matmayînê ye ku li dewlemendtirîn bajarê cîhanê xelk ji dest kêşeyên nebûna ava vexwarinê û belavbûna nexweşiyan binalîne û ti hincetek ji bo wê xizanî, bêparî û piştguhxistinê nîne.”

 

Serok Barzanî piştgiriya mafê xelkê Besrayê bo jiyaneke hêja dike û dibêje: “Tevî ku em xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê bi mafê xelkê dizanîn, di heman demê de em di vê baweriyê de ne, ku xelkê vî bajarî mafê wan e ku di jiyaneke hêja de bijîn.”

 

Di berdewamiya peyama xwe de, Serok Mesûd Barzanî destnîşan dike: “Em ti carî kerem û xwîngermî û dilovaniya xelkê Besrayê ji bîr nakin, dema ku bi coşeke mezin v epêşwazî li Barzanî yê nemir û hevalên wî kirin, ji ber xebata wan a li dijî zilm û cudakariyê, ku ji ber wê bi salanên dûr û dirêj penah birin bp Yekîtiya Sovyet a berê.”

 

Serok Barzanî daxwaz ji xelkê Besrayê dike, ku xwe ji tundûtîjiyan dûr bigrin û dibêje: “Ez daxwaz ji xelkê birêz ên bajarê Besra dikim, ji bo ku jiyana xelkê nekeve metirsiyê, xwepêşandan aştiyane û dûr ji tundûtîjiyê bin. Tekez xelkê Herêma Kurdistanê jî ya ku ji destê wan bihê, bo gihnadina alîkariyan bi xelkê Besrayê, xwe nadin alî.”