Nêrîna Hewlêriyan li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

05-09-2018
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Hewlêr Hilbijartinên Kurdistanê Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Biryare roja 30ê Îlona 2018ê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin. Hinek hemwelatî di wê baweriyê de ne ku divê hilbijartin werin kirin lê hinek jî piştgirî didin paşxistina hilbijartinan.

 

Di vê demê de mijar û rojeva herî germ a hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ye. Rûdawê li nav sûka Hewlêrê ji hemwelatiyan pirs kir; “gelo hilbijartin di dema xwe de werin kirin an werin paşxistin?” û wan jî wiha bersiv da:

 

Mihemed Bijar: “Hilbijartin di vê demê de neyê kirin baştir e. Ji ber ku rewşa Kurdistanê ya darayî ne baş e, meaşên xelkê nînin. Hilbijartin çêbibe heta 5-6 mehên din jî hikûmet saz nabe û divê xelk dîsa çaverê be.”

 

Ehmed Cemîl: “Hilbijartin zû bibe ji bo milet baştir e. Lê hemû alî yek bin û hev bigrin.”

 

Refîq Ehmed: “Hilbijartinên Iraqê çêbûne û heta niha nekarîne hikûmetekê ava bikin. Hêj guftûgo û gengeşeya li Iraqê maye, di vê tevlîheviyê de çawa dikarin guftûyên nav xwe safî bikin? Ji lewra neyê kirin baştir e.”

 

Reşîd Rewanduzî: “Ez eşkere diaxivim, mixabin perçeyeke paçê di destê partiyên me de ye û her yek ji aliyê xwe ve radikişe û ew dibêje bo min e û yê din dibêje bo min. Eger dibêjin hilbijartin nabe, mebesteke wan heye. Hê jî milmilaneya wan bidawî nebûye û di vê navberê de xelkê xizan û hejar zerermend dibin.”

 

Nermîn Kerkûkî: “Hilbijartin neyê paxistin û  çêbibe baş e, armancên me werin pêkanîn. Tişta me berî dîtiye dubare neyê serê me. Ji ber ku me gelek nbeheqî dît û rewş jî gelek me bêzar dike.”

 

Di nav bazara Hewlêrê de rengên cuda yên aliyên siyasî bi hev re rûniştine. Lê her dengderek jîne li gorî nêrîn û helwesta partiya xwe difikire.

 

Kamûran Xefûr: “Ev çend sal in hilbijartin hatine kirin û me deng daye lê hemû tişt her dîsa wek xwe ye. Bibe û nebe jî her yek e. Ez vê dipirsim, gelo hilbijartin tê xwarin?”

 

Dêrîn Ebûbekir: “Bi nêrîna min hilbijartin qet neyê kirin baştir e. Li ba min hebe û nebe qet ne tiştek e.”

 

Li gorî biryarê roja 30-09-2018ê hilbijartinên xula pêncemîn a Parlamentoya Kurdistanê dê werin kirin. Heta niha jî di nav hinek aliyên siyasî de gotegota paşxistina hilbijartinan tê kirin.

 

Biryar bû roja 5ê îlonê proseya propagandaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê bike. Lê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê duh ev prose taloqê 11ê Îlona 2018ê kir. vê yekê jî gotegota li ser paşxistina hilbijartinan zêdetir kir.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst