WAN - Dêra Axtamarê ji rêwresma olî re tê amadekirin

05-09-2018
RÛDAW
Dêra Axtamarê
Dêra Axtamarê
Nîşan Dêra Aktamarê Wan Ermenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê ji bo ku li Dêra Girava Axtamare ya li Golan Wanê rêwresmên olî were kirin amadehiyên xwe didomîne.

 

Piştî 3 salan biryare îsal di 9ê Îlonê de li Dêra Aktamarê ya Ermeniyan a li Gola Wanê ayîn were kirin. Tê payîn gelek kes beşdarî ayînê bibin.

 

Wekîlê Sermetranê Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê Aram Ateşyan ragihand, ku taybetmendiya Girava Axtamarê ji Dêra Xaç Surpê ya li ser tê.

 

Ateşyan bal kişande ser dîroka Girava Axtamarê û dêra wê û diyar kirk u ev hezar sal in dêr hatiye çêkirin.

 

Ateşyan got: "Demeke dirêj li dêrê ayîn nehat kirin. Di sala 2007an de Dêra Xaç Surpê hat restorekirin û bi daxwaza me Wezareta Çand û Geştiyariyê destûr da careke din salê yek carî rêwresmên olî werin kirin."

 

Aram Ateşyan ragihand ku bi tevî rayedarên Wezareta Çand û Geştiyariyê, ji gelek bajarên Tirkiyeyê û cimaeta Ermeniyan a li Stenbolê jî dê beşdarî rêwresman bibin.

 

Ateşyan da zanîn ku sala 2011ê nêzîkî 7 hezar kes beşdarî rêwresman bibûn hatibûn îsal jî p3eşbînî dikin 3 hezar kes bên.

 

Şaredarê navçeya Westanê Sînan Hakan jî diyar kir ku bi saya vê rêwresmê dê geştiyar werin herêmê û ev yek jî ji bo nasandina xweşiyên herêmê dê bi kêr bê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst