Artêşa Tirkiye berê xwe dide Marih û Babê

Kilis (Rûdaw) – Piştî ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê karîn roja bihorî xeta sînorî ya Cerablus û Ezazê bi timamî kontrol bikin, niha her du alî amadekariyan dikin da ku berê xwe bidin Marih û Babê.

 

Li nêzîkî sînorê hevbeş ê Tirkiye-Sûriyê, alozî di navbera Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê li milekê û çekdarên rêxistina DAIŞê li milê din de berdewam e.

 

Duh ykşemî 4ê Îlon a 2016, di çarçoveya operasyona bi navê Mertala Firatê de, Artêşa Tirkiyê û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê karîbûn derdora bajarokê Elraî li rojhilata bajarê Ezazê bi timamî kontrol bikin û xeta sînorî ya ji Cerablus û heta Ezazê bixin bin destê xwe.

 

Peyamnêrê Rûdawê li ser sînorê navbera Kilis û Ezazê, Serkan Ince derbarê rewşa dawîn a operasyona Tirkiyê di nav axa Sûriyê de zanyarî da.

 

Serkan Ince ragihand, xeta sînorî bi timamî ketiye destê Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê û hêzên Tirkiyê li hin cihan bi qasî 10 kîlometran derbasî nav kûrahiya axa Sûriyê bûne.

 

Ince got, ku çekdarên DAIŞê duh hewl dan ku çend gundên derdora bajarokê Elraî ji destê Artêşa Azad a Sûriyê derbixin, lê tankên Artêşa Tirkiyê ew dane ber topan, herwiha ji nav sînorê Tirkiyê jî Artêşa Tirkiyê bi top û hawinan cihên çekdarên DAIŞê kirin armanc.

 

Peyamnêrê me herwiha da xuyakirin, ku di heyama 2 rojên borî de 70 otomobîlên Artêşa Azad a Sûriyê bi çekên giran ve ji Tirkiyê ve derbasî nav axa Sûriyê bûne.

 

Li gorî agahiyan, niha piştî kontrolkirina xeta sînorî ya Ezaz-Cerablusê her du aliyên Artêşa Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyê xwe amade dikin, ku berê xwe bidin bajarokê Marih û bajarê Babê yên li başûrê Elraî.

 

Peyamnêrê me tekez jî kir, ku li gorî agahiyan Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî xwe ji şerê Marih û Babê re amade kirine û kîjan alî zûtir dest bi êrişê bike û di operasyonên xwe serkevtî be, dê zûtir wan cihan bixe bin kontrola xwe.

 

Tê çaverêkirin, ku girtina Marih û Babê ne weke girtina Cerablusê û derdora Elraî hêsan be, ji ber ku zanyariyên îstixbaratî didin xuyakirin, ku piraniya çekdarên DAIŞê, yên ku ji Cerablusê û derdora Elraî paşve vekişiyane, li wan her du cihan bicih bûne.

 

Ji aliyekê din ve Serkan Ince da zanîn, hêzên Tirkiyê rê nadin, ku dezgehên medyayî wêne û dîmenên derbaskirina çek û çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê bikişînin.