Çemçemal- Av û agir bi hervre ji wê boriyê derdikevin (Vîdeo)
Çemçemal (Rûdaw)- Kaniyeke gogird (solfir-kibrît) û gaza siruştî li nêzîkî bajarokê Çemçemal ê di navbera Silêmanî û Kerkûkê de teqiya ye û agir bi wê kaniyê ketiye.
Qeymeqamê Çemçemal Amanc Mihemeh ji Rûdawê re ragihand: “Ev navçe dewlemend e bi çavkaniyên xwezayî û berdewam kaniyên wisa diteqin û gaza siruştî ji wan derdikeve.”
Amanc Mihemeh wiha got: “Cotyarekî dixwest bîrekê ji xwe re bikole, lê kaniyeke gogird teqiya û agir pê ket, lê tîmên bergiriya şaristanî piştî demeke kurt karîn agir vemrînin.”