Li Wanê fîşekên hewayî hatin qedexekirin

Navenda Nûçeyan – Parêzgariya Wanê li wî bajêrî firotin û bikarnîna fîşekên hewayî qedexe kir.

 

Parêzgariya Wanê bi rêya daxuyaniyekê diyar kir bi ti awayî çênabe ku kesek li cem xwe an jî di dikan û malên de fîşekên hewayî bigire.

 

Di daxuyaniyê ji aliyê Parêzgariya Wanê ve hatî dayîn de wiha gotin: “Kesên ku di dawet û şahiyan de jî fîşekên hewayî bikar bînin dê derbarê wan de dozê were vekirin.”

 

Herwiha hat gotin dikanên li dijî biryara parêzgariyê derbikevin û fîşekên hewayî bifiroşin, dibe ku ruxseta wan dikanan bê betal kirin.