HPGyê amarên şerê tîrmehê belav kirin

05-08-2024
Nîşan HPG Tîrmeh Amar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku meha tîrmehê 56 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin û 11 gerîlayan canê xwe ji dest daye.

Navenda Ragihandinê ya HPGyê amarên şer û pevçûnan ên tîrmehê belav kirin.

Li gorî amaran, gerîlayan 205 caran êrişî leşkerên Tirkiyeyê kiriye û di van çalakiyan de 56 leşker hatine kuştin.

HPGya ku baskê PKKyê yê çekdarî ye diyar kir ku di van çalakiyên gerîlayan de 46 leşker jî hatine birîndarkirin.

Li gorî heman daxuyaniyê, meha tîrmehê 11 gerîlayan jî canê xwe ji dest daye.

HPGyê destnîşan kir ku Tirkiyeyê meha tîrmehê 520 caran topbaran û bombebaran kirine.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser amarên tîrmehê ti daxuyanî nedane.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst