Wezîrê berê yê Tirkiyeyê: Jêbirîna nivîsên Kurdî dînîtî ye

05-08-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Giyadîn Qeza Huseyîn Çelîk Kurd Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Huseyîn Çelîk ku yek ji damezrênerê AK Partiyê ye, derbarê jêbirîna nivîsên Kurdî yên tarfîkê de ku li ser cadeyan hatine nivîsîn got, "Ez jêbirina nivîsên Kurdî wek dînîtiyekê dibînim."

Wezîrê berê yê perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk doh di bernameyekî televizyonî de behsa jêbirina nivîsên Kurdî yên trafîkê kir ku ji aliyê şaredariyan ve li ser cadeyên Amed, Wan, Mêrdîn û Êlihê hatine nivîsîn kir.

Çelîk got, "Ez jêbirina nivîsên Kurdî wekî dînîtiyekê dibînim û ev yek jî derencama hevpeymaniya ligel MHPyê ye."

Wezîrê berê yê perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyin Çelîk ku bi xwe jî Kurd e û di pirsa Kurd de rexne li AK Partiyê girtin got:

"Dewleta Osmanî hilweşiya. Take qewmê Misilman ku xiyanet li Tirkan nekir Kurd in.

Di serdema şerê serxwebûnê û di kongreya Erzirom û Sêwazê de bi hev re bûn.

Bi hinceta bûyera Şêx Seîd, Yasaya Takrîr-î Sukûn hat derxistin û Kurd tine hatin hesibandin."

Çelîk behsa PKKyê jî kur û got, "Ez PKKyê tiştekî cuda dibînim. Bi dirêjahiya temenê xwe min ji PKKyê nefret kir.

Eger hemû Kurdan wekî PKKyê bibînî û wekî PKKyê binirxînî, şaşiyeke mezin dikî. Kurd gelekî Misilman û dîndar e.

Bi rêjeya herî zêde dengê xwe dan AK Partiyê lê bi van siyaset û rêkarên dikin, rojane hinekî zêdetir Kurdan daf didin û mixabin dibêjim beşeke berçav pal didin hembêza PKKyê."

Ev axaftina Huseyin Çelîk di demekê de ye ku li bajarên Wan, Êlih, Amed, Mêrdîn û Cizîrê yên Bakurê Kurdistanê nivîsên Kurdî yên trafîkê yên "Hêdî" û "Pêşî Peya" ji aliyê berpirsên saziyên dewleta Tirkiyeyê ve hatibûn jêbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst