Lehiyê li Wanê zerareke zêde gihand cotkar û ajeldaran

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Qelqelî Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qeqeliya Wanê piştî barana 10 deqîqeyan kolan tijî av bûn û lehiyê zerareke zêde gihand cotkar û ajeldaran.

Di vê germa havînê de li hinek deveran xelk nizane dê çawa xwe hênik bike lê li Serhedê li baran û teyrok dibarin û lehî radibe.

Li navçeya Qeqeliya Wanê 10 deqîqeyan baran barî û di wê dema kurt de cade û kolanên navçeya di bin avê de man.

Baran û teyroka ku li navçeyê bariya bû sedema lehiyê û wê lehiyê jî zerareke zêde gihand welatiyên navçeyê.

Ji ber lehiya li Taxa Aşagi Tulgaliyê ya Qelqeliyê av ket nav 5-6 xaniyan û çendîn ajel jî li ber xwe birin.

Parêzgar û Şaredarê Wanê û Qeymeqamê Qelqeliyê jî çûne serdana mexdûrên lehiyê.

"Kesî canê xwe ji dest nedaye"

Parêzgarê Wanê Ozan Balci got: “Di encama barana ji nişka ve li taxa me ya Aşagi Tulgaliyê lehî rabû. Kesî canê xwe ji dest nedaye lê hinek zerera me ya çandiniyê heye. Herwiha derdora 150 ajelên me telef bûn.”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya jî bi rêya  telefonê bi welatiyan re axivî.

Alî Yerlîkaya got: “Tiştê me herî kêfxweş dike ew e ku ti canjidestdaneke me nîne. Spas bo Xwedê.”

Parêzgarê Wanê ragihand ku tîman li navçeyê xebatên destnîşankirina zerar û ziyanan dane destpêkirin û zerarmendên lehiyê dê bên qerebûkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst