Hestiyên kurê wê bi kargoyê jê re şandibûn, niha jê re 15 sal ceza tê xwestin

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo Halîse Aksoya ku hestiyên kurê wê yê gerîla bi kargoyê jê re şandibûn 15 sal cezayê girtigehê tê xwestin.

Dayika gerîlayekî PKKyê Halîse Aksoy bi dîmenekî xembar ketibû rojevê.

Kurê Halîse Aksoyê yê gerîlayê PKKyê Agît Îpek, sala 2017an li parêzgeha Dêrsimê di şerekî de de canê xwe ji dest dabû.

Piştî ku Agît Îpek canê xwe da bi 3 salan hestiyên wî di kartonekê de û bi kargoyê ji dayika wî re hatibûn şandin.  

Dîmenên Halîsê Aksoyê yên wê demê li ser medyaya civakî hatibûn belavkirin û bûbûne sedema nerazîbûnan.

Niha jî 15 sal cezayê girtîgehê ji Halîsê Aksoyê re tê xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi tometa “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û 6 meh heta bi 15 salan cezayê girtîgehê ji wê dayikê re dixwaze û dozname jî amade kiriye.

Dozger angaşt dike ku wê dayikê "cihên ewle ji bo mana endamên PKKyê peyda kirine".

Neviyê wê yê 4 salî hatibû desteserkirin

25ê Nîsanê, li 21 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, polîsan bi ser gelek malan de girtibû û herî kêm 126 siyasetmedar, rojnamevan, parêzer û hunermend desteser kiribûn.

Di wê operasyonê de Halîsê Aksoy û keça wê Mizgîn Karataş, zavayê wê Harun Karataş û neviyekî wê yê 4 salî jî li Amedê hatibûn desteserkirin.