Pêşmergeyek 9 mehan wenda bû, cenazeyê wî li Qendîlê hate dîtin

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Pêşmergeyekî bi navê Emer Elî, li Qendîlê hate dîtin. Emer Elî 9 mehan wenda bû.

Emer Elî xelkê gundê Girtkiyê yê bajarokê Sengeserê yê Îdareya Serbixwe a Raperînê ya Silêmaniyê ye.

Emer Elî, Kanûna Pêşîn a 2022an ji bo ku ajelan bikire berê xwe daye Îranê lê piştî wê wenda bûye.

Piştî ku 9 mehan wenda maye cenazeyê wî îro li herêma Qendîlê, li ser sînorê Îranê hatiye dîtin.

Rêvabirê Bajarokê Sengeserê Nehro Evdila ji Rûdawê re got, “Ev welatî piştî ku par bi rêya Qendîle çûye Îranê wenda bûye, haya kesî jê çênebûye.”

Emer Eliyê 35 salî Pêşmerge bûye û ber re jî karê ajeldariyê dikir.

“Dibe ku di bin berfê de mabe”

Nehro Evdila, li ser sedema canjidestdana Emer Elî got:

“Dibe ku di bin berfê de mabe lê ji ber ku gihiştina herême zehmet e cenazeyê wî heta îro nehatiye dîtin.”