Li Rihayê qeza: Welatiyekî 71 salî canê xwe ji dest da

05-08-2023
RÛDAW
Nîşan Siwêreg Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barhilgirekê li ser rêya Siwêreg-Amedê li kesekî 71 salî da ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.

Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, barhilgirekê li kesekî 71 salî yê bi navê Alî Gira da.  

Barhilgira Mehmet Sumerê 53 salî li ser rêya Siwêreg-Amedê, li welatiyekî bi navê Alî Girayê 71 salî da ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.

Alî Gira bi giranî birîndar bû û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê hat birin.

Piştî midaxeleya destpêkê Alî Gira ji bo nexweşxaneyeke Rihayê hat birin lê tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Li gor amarên fermî yên ku hezîrana îsal hatine belavkirin, di şeş mehên destpêkê yên 2023an de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 257 hezar û 373 bûyerên trafîkê çêbûne.

Di wan bûyeran de hezar û 345 kesan canê xwe ji dest daye û 159 hezar û 235 kes jî birîndar bûne.

Sala borî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê 485 hezar û 48 bûyerên trafîkê çêbûbûn û di wan bûyeran de 2 hezar û 282 kesan canê xwe ji dest dabû, 291 hezar û 151 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst