Li Wanê lidarxistina çalakiyan 2 rojan qedexe ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi biryara parêzgariyê meş, çalakî û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku îro û sibe meş, çalakî, kampanyayên îmzeyan, çêkirina anketan, vedana çadir û standan, daxuyaniyên çapemeniyê, belavkirina belavokan, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û civînên bikom ên li derve 2 rojan hatine qedexekirin.

Parêzgariya Wanê diyar kir ku qedexe “ji bo rêgirtina li êrîşan”, “parastina can û malê welatiyan”, “jinavbirina rêxistinên terorê” û “pêkanîna ewlehiya niştîmanî” hatiye ragihandin.

Li gorî daxuyaniyê, qedexe wan çalakiyan li xwe nagire ku bi destûra parêzgariyê ne.

Biryara parêzgariyê di demekê de ye ku îro li Wanê çalakiyeke festîvala fîlman heye lê nayê zanîn bê qedexe vê çalakiyê li xwe digire yan na.