Otomobîlê li keriyê pez xist: 2 kes birîndar bûn û 25 mih mirar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêgirê ya Wanê Otomobîlê li keriyê pez xist û di encamê de 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn û 25 mih jî mirar bûn.

Otomobîla bi plakaya 65 AAd 588 a ku R.K diajot li kîlometroya 10emîn a rêya Bêgir-Ebaxê li keriyê pez xist.

Z.K û H.Kyê yên di otomobîlê de birîndar bûn.

Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêgirê.

Herwiha di qezayê de 25 mih jî mirar bûn.

Rê demekê hat girtin û piştî xebatan dîsa hat vekirin.