Şandeke hikûmeta Sûriyeyê 'ji bo alîkariyê' çû Hesekê

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke ji wezaretên hikûmeta Sûriyeyê, li gorî gotina wan "ji bo alîkariyê" çû Hesekê.

Şanda wezaretan, ji Wezîrê Rêveberiyên Navxweyî û Jîngehê Endezyar Hisên Mexlûf, Wezîrê Samanên Avê Dr. Temmam Reid û Cîgirê Wezîrê Çandiniyê Dr.Fayiz El-Miqdad pêk dihat.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê ya nûçeyan ragihand ku şanda navborî bi çend sazî û dezgehan re hevdîtin kirine. 

Li gor nûçeyê şanda hikûmeta Sûriyeyê, li Hesekê bi rêveberên saziyan, parlamenterên parêzgehê, nûnerên partiyên Eniya Niştimanî, saziyên sivîl û sandîkeyan re civiyaye.

Ajansê ragihand ku di civînan de rewşa xizmetguzariyê, pêwistiyên sereke û binpêkirinên li beramberî welatiyan hatine gotûbêjkirin. 

Li gorî nûçeya ajansê Hikûmeta Sûriyeyê tekez kir ku "Dê bi hemû derfetên xwe alîkariya parêzgehê bike".