Grûpa Siltan Silêman Şah bacê ji koçberên Efrînê distîne

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên Grûpa Siltan Silêman Şah a girêdayî Tirkiyeyê bi zorê bacê li ser wan koçberên Efrînî yên ku vedigerin gundên xwe disepîne.

Çalakvanê belgekirina binpêkirinên li herêma Efrînê Mistefa Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên grûpa Siltan Silêman Şah, 500 dolarî li ser her koçberekî ku vegere gundê xwe disepînin.

Mistefa Şêxo got, “Çekdarên grûpa ku bi navê Emşat tê naskirin, vê baca zorane bi taybet li ser koçberên Efrînî yên ku vedigerin nahiyeya Mabata disepînin.”

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ji bilî grûpên çekdar, dezgehên bi opozisyonê re pêwendîdar jî baca bi navê "çareserkirina rewşa wan" ji her malbateke ku vedigire Efrînê distînin.