Nêçîrvan Barzanî: Edî ti kes nikare vê kevneşopiyê têk bide

05-08-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Katedrala Patrîkxaneya Rojhilat a Asûriyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Li Herêma Kurdistanê jiyana bi hev re û aştiyane bûye kevneşopiyeke bihêz, êdî ti kes nikare vê kevneşopiyê têk bide.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêre beşdarî merasîma vekirina “Katedrala Patrîkxaneya Rojhilat a Asûriyan” a nû bû.

Katedral li Hewlêrê beramberî mizgeftekê hatiye avakirin û yek jî nîşaneyeke bihêz a bihevrejiyana li Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma vekirina katedralê de axaftinek kir û bal kişande ser civaka Herêma Kurdistanê ya ku ji netewe û olên cuda pêk tê.

Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê bi pirneteweyî û pirolîtiya xwe xweş e” û amaje pê kir ku ev civaka pirrengîn bûye kevneşopiyeke Herêma Kurdistanê û “Edî ti kes nikare vê kevneşopiyê têk bide.”

“Pêkvejiyana olî dê roj bi roj bihêztir bibe”

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ev çand li Herêma Kurdistanê vedigere bo zêdetirî ji sedsalekê û ev cihêrengiya olî û pêkvejiyana olî dê roj bi roj bihêztir bibe û wiha domand:

Tê bîra me hemûyan ku serokê wê demê yê Amerîkayê Barack Obama şeva 7ê Tebaxa 2014an di axaftina xwe ya dîrokî de gotibû ku Hewlêr ji bo wan xeta sor bû.

Yek ji sedemên ku pêwîstiya parastina Hewlêr û Herêma Kurdistanê ya ku wî anî ziman jî ew bû ku li Herêmê yekîtiyeke pir serkeftî û bihêz hatiye avakirin.

Azadiya ku li Herêma Kurdistanê hat dayîn, vejîna hemû netewe, ol û civakên Kurdistanê bi xwe re anî. Vê yekîtiyê Kurdistan ji bo me û ji bo cîhanê xweş kir. Em ê dest ji xurtkirina jiyana bi hev re bernedin û em ê vê hîn zêdetir pêş bixin.”

"Mezopotamya baxçeyê bedew ê gelan bû"

Nêçîrvan Barzanî bal kişand li ser wê yekê “Mezopotamya” di dîrokê de navendeke girîng a jiyan, mirovahî û şaristanî û mirovahiyê bûye û herwiha herêmeke cihêreng a gelan bûye û got:

“Bi rastî Mezopotamya bexçeyekî gelekî xweş ê gelan bû lê mixabin di encama êrîşên biyaniyan de, qirkirinek mezin li herêmê qewimî lê çanda pirneteweyî û pirolî li Kurdistanê ma. Ev jî ji ber wê bû ku netewe û ol bûne mertal ji bo parastina hev.”

“Dîroka pêkvejiyanê li Kurdistanê kevn e”

Nêçîrvan Barzanî, di beşeke din a axaftina xwe tekez kir ku dîroka pêkvejiyanê li Herêma Kurdistanê kevn e û got:

“Ji aliyê hin serkirdeyên dîrokî ve di gelek qonaxan de hatiye nûkirin û bihêzkirin. Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe de nivîsiye ku destpêka sedsala borî rêkeftin û hevxebata di navbera Evdilselam Barzanî, Mariya Binyamîn Şemûn û Andrianik Paşa de di şoreşên Îlon û Gulanê de reng vedaye û heta niha jî berdewam e.

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku ti dêran û Xiristaniyekî bi tenê jî li Herêma Kurdistanê zirar nedîtiye û ev yek, jî bi saya ewlehî, pêkvejiyan û aramiya Herêma Kurdistanê û hewlên hikûmetê bûye.

“Xiristiyan reviyan Kurdistanê”

Nêçîrvan Barzanî herwiha bi bîr xist ku dema êrişa DAIŞê xelkê Kurdistanê dêriyên xwe ji Mesîhiyan re vekirine û got:

“Bi dehan Pêşmergeyan ji bo rizgarkirina gund û dêrên Mesîhiyan li Deşta Nînowayê canê xwe feda kir. Di encama êrişên rêxistina terorîst a Qaîdeyê de, bi deh hezaran Xiristiyan koçberî Herêma Kurdistanê bûn.

Hezîrana 2014an  piştî êrîşa terorîstên DAIŞê ya parêzgeha Nînowayê , 150 hezar Xiristiyan reviyan Herêma Kurdistanê. Ji sedî 40ê koçberan venegeriyane malên xwe û li Herêma Kurdistanê mane.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku navçeya Ankawayê ya Hewlêrê niha yek ji bajarên herî mezin ê Xiristiyanan ê li Rojhilata Navîn e û got:

“Niha li Ankawayê 86 hezar Xiristiyan dijîn. Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê bi çavê rêzê li Ankawayê dinêre.”

Nêçîrvan Barzanî spasiya hikûmet û saziyên Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Zanayên Îslamî yên Kurdistanê kir ku wan ji bo bihêzkirina çanda pêkvejiyana hewl daye û spasiya zanayên Mesîhiyan jî kir ku wan rê neda deng û kiryarên provokatîv. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst