Binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrînê berdewam in: 'Me ji saziyan xwest ku binpêkirinan belge bikin'

05-08-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Lêkolerên Rêxistina Pêlê ya Sivîl
Lêkolerên Rêxistina Pêlê ya Sivîl
Nîşan Efrîn Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve bi berdewamî binpêkirinan dikin.

Lêkolerekî got, “Me ji saziyan xwest ku binpêkirinên li Efrînê bişopînin û belge bikin.”

Rêxistina Pêlê ya Sivîl di raporeke xwe de binpêkirinên grûpên çekdar ên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê belge kirin.

Xunav Osmana ku lêkolera rêxistinê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa wan binpêkirinan kir.

Lêkolera Rêxistina Pêlê ya Sivîl Xunav Osman li ser binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin got:

“Destdanîna ser mal û milkên xelkê, ji aliyê wan koman ve ye ku ji xwe re dibêjin opozîsyon û ser bi Tirkiyeyê ve ne.

Wekî din jî dest datînin ser zeviyên xelkê ye ku rez, zeytûn, darên fêkiyan û erdên ku ceh û genim lê dihatin çandin. ”

Binpêkirinên ku heta niha li Efrînê hatine kirin, hîn jî bi berdewamî têne kirin û hinek ji wan binpêkirinan bi vî awayî ne:

“Berdewamiya cîbicîkirina pêvajoya guhertina demografiya Efrînê, avakirina mêtingehên niştecihbûnê ji bo Tirkmen û Erebên hawirde, destdanîna ser mal û milkên xelkê, kuştin, revandin, girtin û şkencekirina welatiyan, sepandina bacê li ser xelkê û birîn û şewitandina dar û daristanan.”

“Me ji gelek saziyan bi nemayan daxwazî kirin”

Lêkolerê Projeya Kaniyê ya Rêxistina Pêlê ya Sivîl Welîd Bekir jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa binpêkirinan kir û got:

“Me ji gelek saziyan bi rêya nemayan gelek daxwazî kirin. Yek ji wan saziyan, Komîteya Navneteweyî ya lêpirsînên li ser Sûriyeyê ye, me ji wan xwest ku binpêkirinên li herêmên dagirkirî, bi taybetî yên li Efrînê bişopînin û belge bikin.”

20ê Kanûna Paşîna 2018an Tirkiyeyê û grûpên çekdar êrişî Efrîna Rojavayê Kurdistanê kir.

18ê Adara 2018an wan hêzên êrişkar, ew herêm tevî bajarê Efrînê dagir kir.

Ji wê demê ve heta niha binpêkirinên curbicur têne kirin lê ti rêgirî li wan nayê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst