Tevgera Jinên Azad: Divê Aysel Tugluk bê azadkirin

05-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tevgera Jinên Azad Girtiyên Nexweş Aysel Tugluk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi armanca bal kişandina ser rewşa siyasetmedara Kurd û Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk ku girtiye çalakî kirin.

Tevgera Jinên Azad 5ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyam û dîmen belav kirin û ragihand ku bi armanca azadkirina Aysel Tugluk çalakî kirine.

Çalakvanên Tevgera Jinên Azad yên Amedê li ser Pira Dehderî bi armanca bal kişandina ser rewşa Aysel Tugluk ligel ku bi nexweşiya demansê ya nayê berdan çalakî kirin û dirûşmeya “Ji hemû girtiyan re azadî” bi yek dengî bilind kirin.

Çalakvanan wêneyê siyasetmedar û Hevseroka berê ya Partiya Civaka Demokratîk Aysel Tugluk li ser pirê daliqandin û daxwaz kirin ku hemû nexweşên girtî bên azadkirin.

Parlamentera berê ya HDPê Aysel Tugluk, ji sala 2016an ve di Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê de ye û bi nexweşiya Demansê ye. Ji bo azadkirina Tugluk heta niha çendîn kampanya hatine kirin û hejmarek baroyên Bakurê Kurdistanê jî bang li aliyên peywendîdar kirine ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe jiyana xwe berdewam bike, lewra divê bê azadkirin lê hikûmeta AKPê ti bersivek nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst