Silêmanî: Hejmarek berpirs û alîgirên Nifşê Nû hatin girtin

05-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tevgera Nifşa Nû Silêmanî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî pilebilind ê serkirdayetiya Tevgera Nifşê Nû ragihand, Hêzên Asayişa Silêmaniyê 13 berpirs û alîgirên wan li baregeha wan a li Silêmaniyê girtine, dema ku xwe ji bo xwepêşandana roja Şemiyê amade dikirin.

Roja Pênşemê 4ê Tebaxa 2022an, çavkaniyekî pilebilind ê serkirdayetiya Tevgera Nifşê Nû ji Rûdawê re ragihand, “Derdora demjimêr 15:00an hêzên ewlehiyê avêtin ser baregeha Nifşê Nû ya li Silêmaniyê û hejmarek ji berpirs û alîgirên tevgerê desteser kirin ku di nav wan de du berpirsên payebilind Berdevkê Nifşa Nû Hîmdad Şahîn û endamê Encumena Bilind a Nifşê Nû Farûq Xefûr hene.”

Girtina berpirs û alîgirên Nifşa Nû piştî wê yekê hat ku Şasiwar Ebdulwehîd ji bo roja Şemiyê 6ê Tebaxa 2022an bangewaziya xwepêşandaneke giştî kiribû û çend cih ji bo xwepêşandanê li hin bajarok û navçeyan diyar kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst