Rêveberiya Çandiniyê ya Amedê: Hişkesaliyê ziyan gihandiye 700 hezar hektar zevî

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Çandinî û Daristanan yê parêzgeha Amed a Bakurê Kurdistanê eşkere kir ku li Amedê bi sedema hişkesaliyê ziyan gihîştiye nêzîkî 700 hezar hektar zeviyên çandiniyê.

Rêveberê Çandinî û Daristanan yê Amedê Mistefa Ertan ragihand hişkesaliya ku îsal serî hildaye bandoreke xirab li 700 hektar zeviyên çandiniyê yên Amedê kiriye û got, “Ji tevahiya 3 milyon û 500 hezar hektar zeviyên genim tenê 2 milyon û 800 hezar hektar bi rêjeya ji sedî 28 ziyan negihîştiye wan. Rewşa ceh û nîsk jî baş e û ziyanên wan ne hêjayî behskirinê ne.”

Ertan amaje bi wê yekê jî da ku tevî ziyanên hişkesaliyê yên bo ser berhemên genim ew pêşbînî dikin ku îsal 700 hezar tonên genim li Amedê bên berhemanîn û diyar kir ku sala derbasbûyî li Amedê 550 hezar ton genim hatibûn berhemanîn.

Mistefa Ertan diyar kir ku îsal Wezareta Çandiniyê 68 milyon lîre (derdora 4 milyon dolar) pere bo piştevaniya projeyên sîstema avdanê ya nû ya cotkarên Amedê xerckirine.