Li Amedê corona zêde dibe: Tenê li nexweşxaneyekê 6 qat ji bo coranayê hatin veqetandin
Amed (Rûdaw) - Li bajarê Amedê hejmara kesên ku rojane bi nexweşiya coronayê dikevin ji 2 hezar kesî bihurî. Her roj ji 10 kesî zêdetir dimirin. Tenê li nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê 6 qat ji bo nexweşên coronayê hate veqetandin û hejmara nexweşên giran li vê nexweşxaneyê gihişte 50 kesî.
Li bajarê Amedê rêjeya nexweşên koronayê her ku diçe zêdetir dibe. Di nava 81 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de rêjeya pêketiyên Amedê û mirinan ji sedî 10 dike. Ji ber derzîkirina kêm, bajarê Amedê di hêla nexweşiya coronayê de gihiştiye lûtkeyê.
Li gorî agahiyên Dr. Jêhat Kiliç ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl di beşa pandemiyê de ye, li Amedê rojane ji 2 hezarî zêdetir kes bi coronayê dikevin. Niha li nexweşxaneya ku tê de dixebite 45 nexweşên giran hene û rojane ji 10'î zêdetir jî nexweşên coronayê li Amedê canê xwe ji dest didin.
Hejmara kesên ku li nexweşxaneyê ji ber coronayê hatine razandan jî niha gihiştiye 250 kesan. Dr. Jêhat Kiliç, ji Rûdawê re bi bîr xist ku beriya çend heftiyan li nexweşxaneya wan hema hema nexweşên coronayê tunebûn lê niha 6 qatên vê nexweşxaneyê ji nexweşên coronayê re hatiye veqetandin.
Jêhat Kiliç diyar kir, ger wiha berdewam bike dibe ku ew nexweşên din ên pençeşêr û gurçikan ji vê nexweşxaneyê bên veguhastin û hin servîsên din jî weke klînîkên coronayê amade bikin.
'Kesên nexweş ketine derzî li xwe nedane'
Dr. Jêhat Kiliç, da zanîn ku kesên bi coronayê ketine piraniya wan pêvajoya derzîkirinê ango vaksînkirinê yan qet nekirine yan jî nîvco hiştine û wiha axivî: "Beriya 3 rojan li nexweşxaneya me 35 nexweşên giran ên coronayê hebûn. Niha ev hejmar gihiştiye 45 kesan. Min ji wan pirsî, piraniya kesên ku bi nexweşiya coronayê ketine û niha vê nexweşiyê bi giranî derbas dikin, proseya vaksînkirina xwe yan qet nekirine yan jî nîvco hiştine. Ji van nexweşan 18 kesan qet xwe derzî nekirine. Ji sedî 30'ê van nexweşan tenê derziya cînovak li xwe xistibûn. Sê nexweşên me jî tenê dozek derziya bîontecê li xwe xistibûn."
Kiliç, bal kişand ku kesên derziyê li xwe dixin jî piştî derzîkirinê xwe berdidin, sersariyê dikin û wiha berdewam dikir: "Kesên derziyê li xwe dixin dibêjin qey her tişt temam e û bê maske derdikevin nava civakê û xwe naparêzin. Ev nêrîneke xelet e. Piştî ku derzî li xwe dan divê 14 rojan xwe ji civakê dûr bixin û xwe biparêzin. Divê dev ji maske û mesafeyê bernedin. Çimkî ger hemû aşiyên xwe kiribin piştî 14 rojan îhtimala ku bi nexweşiyê bikevin hema hema qet namîne. Lê divê weke xwe ew yên li hemberî xwe yên bê aşî jî biparêzin. Ji ber vê yekê divê maske û mesafe her hebe."
MED-DER: Divê kampanya derzîkirinê bi kurdî bê meşandin
Hevseroka Navenda Lêkolînan a Ziman û Çandên Mezopotamyayê MED-DER'ê Şîlan Elmas Kan jî, diyar kir ku yek ji sedema ku proseya aşîkirinê li bajarên kurdan bi ser nakeve kampanyayên bi zimanê tirkî ne.
Kan, ji bo ku kampanyaya derzîkirin ango aşîkirinê bi ser bikeve divê li bajarên kurdan kampanya bi zimanê kurdî bêne kirin û ji Rûdawê re wiha axivî: "Gelek kes hene ku baweriya xwe ji yên li derveyî xwe naynin. Ji bo ku kampanyaya aşîkirinê li bajarên kurdan biçe serî û baweriya xelkê bi wan bê, divê hemû xebatên aşîkirinê bi zimanê kurdî ango bi kurmancî û zazakî bêne kirin. Çi saziyên sivîl, çi partiyên siyasî û çi jî dezgehên dewletê divê hemû xebatên xwe yên kampanyayê de cih bidin kurdî. Eger wisa bikin, em ê di demeke kin de bibînin ku rêjeya aşîkirinê dê li Amedê û bajarên din ên kurdan qat bi qat zêdetir bibe.”