PDKS: Girtina endamên me li ber diyalogê dibe asteng

05-08-2021
RÛDAW
Endamê Komîta Navendî ya PDKSê Nafi Ebdula
Endamê Komîta Navendî ya PDKSê Nafi Ebdula
Nîşan PDKS Izedîn Mela Nafi Ebdula Rojava ENKS PYNK Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamekî PDKSê hat azadkirin û Endamê Komîta Navendî ya PDKSê Nafi Ebdula hêviya xwe derbirî ku hevalên wan ên din jî bên azadkirin û got, girtina endamên wan astengiyê li ber diyaloga aliyên Kurdî çê dike.

Endamê Komîteya Şaxê Qamişlo yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriye Izedîn Mela, ku li 17ê meha borî li bajarê Qamişlo hatibû girtin şeva borî ji zîndanê hat berdan.

Izedîn Mela ji Rûdawê re got, ew ji bajarê Qamişlo hatibû revandin û kesên ew revandibû tenê jê re gotine, "Me karek bi we heye, dema ku karê me bi te namîne em ê te azad bikin.”

Izedîn Mela ji Rûdawê re diyar kir, ew li gel her yek ji Endamê Desteya Şêwirmendî ya PDKS Mihemed Ayo, Endamê Komîteya Herêmî Mihemed Salih û Endamê Komîteya Şaxî Barzan Hisên girtî bû û dema ku hatiye azadkirin jê re gotine ku dê hersê hevalên wî yên din jî bêne azadkirin.

Derbarê azadkirina Izedîn Mela de, Endamê Komîta Navendî ya PDKSê Nafi Ebdula ji Rûdawê re got, girtina endamên wan diyaloga Kurdî-Kurdî asteng kiriye û ew bi hêvî ne hemû endamên wan bên azadkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst