Koçberê Efrînê: Îro xelkê Efrîna dewlemend birçî ye

05-08-2021
RÛDAW
Koçberê Efrînê: Îro xelkê Efrîna dewlemend birçî ye
Koçberê Efrînê: Îro xelkê Efrîna dewlemend birçî ye
Nîşan Efrîn Koçber Til Nesriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koçeberê Efrînê yê ku dema dagirkirina Tirkiyê de ji Efrîne neçar man derkeve û niha li Til Nesriyê dijî dibêje ku Efrîna ku hewqas dewlemend bû, îro xelkê wê birçî ye.

Dema ku bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê hat dagîrkirin, hejmareke zêde ya xelkê wê berê xwe dan navçeyên din yê Rojavayê Kurdistanê û derveyî Sûriyê.

Nêzîkî 140 malbatên Efrînê jî li gundê Til Nesrî ya ser bi Til Temir ve bicih bûn lê niha tenê derdora 40 malbat mane.

Malbateke ji koçberên Efrînê ya ku li gundê Til Nesriyê dijî behsa wê yêkê dikin ku destpêkê dema ku hatin, gelek alîkarî bi wan re hat kirin û qedr û qîmet ji wan re hat girtin û wan hest kir ku mirov birîna Efrînê hinekî sivik kir lê qet nayê jibîrkirin.

Koçberê Efrînê yê bi navê Îsmet di derbarê derketine xwe ya ji Efrînê de dibêje dema ku ew ji Efrîne derketin qiyamet rabûye, ji ber ku jiyan li gundan nemaye.

Herwiha Îsmet got ku Efrîna ku hewqas dewlemend bû, îro xelkê wê birçî ye. Îsmet diyar kir dema li gundê ku lê têne bicihkirin alikariyeke mezin ji bo wan tê kirin hemû pêwîstiyên wan tên dabînkiri û wiha berdewam kir “Dema em ji Efrîne derketin ne xanî, ne çadir, ne av hebû. Paşê em bi zehmetiyek mezin derbasî Qamişloyê bûn. Li Qamişloyê roja duduyan hevalan agahiyê dan me û ji me re gotin werin em civînek çêkin ku em bikaribin alîkariya we bikin. Gundê Aşûriyan hene dişibin Efrînê. Em hatin, me dît ku dar, av û hinar hene, xanî paqij e, raste dişibe Efrînê lê derveyî wê na.”

Di derbarê ewlekarî, xizmetguzarî û aboriyê de jî Îsmet dibêje niha av, elektrîk, ewlehî tine, rewş bûye cehnem.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hat dagirkirin.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst