Li Dîlokê çinîna Tirî destpê kir

05-08-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Îslahiyê ku wek navenda hilberîna çandiniyê tê nasîn, dema tirî çinandinê destpê kir.

Rêveberiya Çandinî û Daristanan a navçeyê diyar dike ku îsal bi tîmên komkirinê li 15 gundan dest bi çinîna her core tirî kirine.

Mehmet Kose, Serokê Odeya Çandiniyê yê Islahiyê ragihandiye, “Piranî li taxên Altinuzum, Bogazici û Yeşilyurt bi giştî li 15 taxan coreyên tirî wek Reşa Entabê (Dîlokê), Tiliya Xatûn, Cardinal, Mevlana û Sultanî tên hilberîn.”

Di demjimêrên zû ên sibehê de jin tirî jê diki û zilam jî van tiriyan dixin kaseyan û li kamyonetan bar dikin. Tiriyên ku karker di bin germahiya nêzîkî 40 pileyan de di çinin bi rêya bazirganan bo gelek bajarên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tên şandin.

Mehmet Kose herwiha behsa kalîteya tiriyê Deşta Islahiyê dike û dibêje, ew rêjeyek ji berhema tiriyê navçeyê dişînin derveyî welat. Kose got, “Tiriyên me yê ku li her derê tê nasîn yê bê dendik e. Di rêjeyeke kêm de be jî em vî tirî dişînin derveyî Tirkiyê jî. Nirxê îsal başe. Coreyê Reşa Entabê (Dîlokê) bi 3 lîre ye û corên din jî 2,75 lîre ye. Pirsgirêka me ya firotinê nîne.”

Sala borî li navçeyê 63 hezar ton Tirî hate çinîn. Îsal jî tê çaverêkirin, ji 50 hezar dekar rezên li navçeyê, derdora 50 heta 70 hezar ton Tirî bê  berhemanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst