Ji gelek cihan ve geştyaran berê xwe dane Dêrsimê û Çemê Munzurê

05-08-2020
RÛDAW
Di werza Havînê de geştyaran berê xwe dane Dêrismê û Çemê Munzurê
Di werza Havînê de geştyaran berê xwe dane Dêrismê û Çemê Munzurê
Nîşan Dêrsim Kurdistan Çemê Munzur
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Bi destpêkirina werzê Havînê re, ji gelek bajarên Ewropa, Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hejmarek zêde ji geştyaran serdana beravên Mûnzûrê û Pûlûmûrê yên parêzgeha Dêrsim a Bakurê Kurdistanê dikin.

Parêzgeha Dêrsimê di dema dawî de bi werzişa avê û werzişên xwezayî bi nav û deng bûye.

Peravên Dêrsimê ku ji aliyê karsazên heremê ve hatine sazkirin, dîmenên xweşik ku ne kêmî peravên herî bi nav û deng ên li bajarên Tirkiyê û parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê ne, derdixin pêşberî mirovan.

Geştyarên ku di nav ava hênik a Munzurê û Pûlûmûrê de melevanî dikin, xwe didin ber tavê û demeke xweş derbas dikin.

Bi taybet welatiyên ku ji parêzgehên Amed, Mêrdîn, Xarpêt û Çewlikê serdana Dêrsimê kirine, ji ber hewaya germ serdana perava Roj yê li geliyê Pûlûmûrê û peravên li geliyên Halworî û Kemerbelê yên ava Munzurê dikin.

Geştyar dibêjin, Dêrsim bi av, xwaza û çiyayên xwe gelek xweşik e. 

Mahsûr Hengirban ji Amedê serdana Dêrsimê kiriye û dibêje: “Ez ji Amedê hatime, çima hatime Dêrsimê çimku serhildêr e. Ez ji mirovên serhildêr hez dikim, ez ji Dêrsimê hez dikim, cihekî gelek xweş e.”

Welatiyê bi navê Îse Er yê ku ji Mêrdînê ev cara yekê ye serdana Dêrsimê dike dibêje, ji bo ez av, kevir û çiyayên xweş ên Dêrsimê bibînim ez hatim.

Îse Er dibêje: “Cara yekê ye ku tême Dêrsimê, Dêrsim gelek xweşik e, bi taybet Dêrism, Qamişlo, Rojava, Hewlêr û Amed li Kurdistanê cihên gelek giring û xweşik in. Çiyayên wê, kevirên wê û ava wê gelek xweşik in, ji bo dîtina wan em hatine û me dît.”

Şêrîn Gûl geştyareke din e ku di wê germa Havînê de berê xwe daye Dêrsimê. Ew diyar dike: “Dêrsim jî warê me ye, me jî xwast ku eger em herin cihekî, ewder Dêrsim be, em hatin her tişt gelek xweşik e, ava wê xweşik e lê gelek sar e, em serma dibin.”

Geştyarê bi navê Mustafa Kirmizi jî dibêje, xwazaya Dêrsimê gelek xweşe di Tirkiyê de cihekî wiha nîne.

Mustafa Kirmizî ji Xarpêtê ve serdana Dêrsimê kiriye û dibêje: “Gelek ji Marmaris û Bodrumê xweştir e, xelkê Dêrismê jî gelek baş in û mirovên gelek baş in.”

Bi zêdebûna hêjmara Geştiyaran welatiyên deverê balê dikşînin li ser qirêjbûna deverê û daxwaz ji geştiyaran dikin ku dorûberên xwe paqij bihêlin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst