Encûmena Sûriyeya Demokratîk rexne li encamên Astana 13 girt

05-08-2019
RÛDAW
Nîşan Encûmena Sûriyeya Demokratîk MSD Astana Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek derbarê encamên Astana 13 belav kir û rexne li wan girt.

 

Li gor daxuyaniya Encûmena Sûriyeya Demokratîk, destpêşxeriyên navdewletî derbarê Sûriyê de bi ser neketine û berjewendiya Sûriyê li ber çavan negirtine.

 

Encûmena Sûriyeya Demokratîk dibêje ku ku Tirkiyê dixwaze civînên Astanayê ji bo berjewndiyên xwe bikar bîne.

 

Di daxuyaniyê de Encûmena Sûriyeya Demokratîk herwiha nerazîbûna xwe ji heklwestên hin aliyên navdewletî diyar kir û got ku cihê mixabiniyê ye ku hin aliyên navdewletî rastiyan li ber çavan nagirin.

 

Li gor daxuyaniyê, Tirkiyê dilgiraniya xwe li hember Nusre û DAIŞê diyar nake lê hemû hêza xwe ji bo şerê projeya Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

 

Di daxuyaniya dawî ya civînên Astana 13 de, aliyên beşdar li ser çend xalan li hev kirin ku tê de tekezî li ser redkirina her cureyekî otonomiyê li Sûriyê kirin ku ev jî amajeyeke eşkere ji bo Rêveberiya Xweser e. Ev di demekê de ye ku Komîteya Destûrî li ber amadekirinê ye ku destê her sê welatên garantor ênAstanay  li ser wê komîteyê serdest e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst