Galeriya wêneyan

05-08-2019
19 Photos
RÛDAW

Li navçeya Amûdê ya Qamişlo bi sedan kes daketin qadan û Komkujiya Şingalê di salvegera wê ya 5an de şermezar kirin.

Meşa li dijî komkujiya Kurdên Êzidî  ji durêyana Jina Azad ber bi qada Şingalê ya başûrê navçeyê hat kirin. Di meşê de wêneyên qurbaniyên komkujiya Şingalê hatin bilndkirin.

Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin. Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.

Wêne: AFP/ Delîl Silêman