Li Rihayê du malbatan ji ber zibil şerê hev kirin

05-08-2019
RÛDAW
Nîşan Riha Zibil Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, du malbatên ku di heman apartmanê de rûdiniştin, li ser ziblê li nav bexçe hatiye danîn bi kevir û daran şer derket. Di bûyerê de 3 birîndar bûn û 8 kesên din jî hatin binçavkirin.

 

Bûyer, piştî nîvro li Taxa Bahçelievler qewimî. Li gor îdîayan, li ser ziblê ku li nav bexçe hatiye danîn nîqaş di navbera endamên du malbatên di heman apartmanê de rûdiniştin derketiye.

 

Di demeke kurt de nîqaş zêde dibe û vediguhere şer û pevçûna bi dar û keviran.


Di şer û pevçûnê de 3 kes birîndar bûn û li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî û hêzên polis bo cihê bûyerê hatin şandin.

 

Birîndar ji aliyê tîmên tendirûstî ve bi ambûlansan bo nexweşxaneyan hatin veguhestin û 8 kes jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst