Ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 37 milyon dînar hatiye terxankirin

05-08-2017
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Serokatiya Herêma Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Giştpirsiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikumeta Herêma Kurdistanê 37 milyar dînaran ji bo hilbijartinên parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê terxan dike.

 

Endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Giştpirsiyê, Cotyar Adil ji Rûdawê re ragihand, ku hikumeta Herêma Kurdistanê budceyek bi kojmeya 37 milyar dînaran ji bo hilbijartinên 1ê Mijdara 2017ê yên parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kiriye.

 

Cotyar Adil got, hikumeta Herêma Kurdistanê razîbûye ku 50 hezar karmend bi girêbest bên damezrandin û herwiha ji bo rojên  giştpirsiya 25 Îlonê û hilbijartinên parlamento û Serokatiya Herêma Kurdistanê ya roja 1ê Mijdarê, dê 100 hezar dînaran ji bo her karmendekî serf bike.

 

Endamê Komîsyona Bilind diyar kir, hikumeta Herêma Kurdistanê paşkefta mûçeyê li ser karmendên komîsyonê hilgirtiye, ev biryar  ketiye warê bicîkirinê û her 500 karmend û fermanberên komîsyonê, mûçeyên xwe bê paşkeft wergirtine, da ku karên xwe di komîsyonê de bi başî birêve bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst