Îran / Kurdistan - Pêwendî berfirehtir dibin

Hewlêr (Rûdaw)- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku, ew amade ne pêwendiyên xwe ligel Îranê bihêztir û berfirehtir bike. Heriwha Îran jî dixwaze pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê berfiretir bike.

 

Îro Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulusê Îranê yê li Bexdayê Hesen Danayî Fer û şanda pêre kir.

 

Di hevdîtinê de şanda mêvan kêfxweşiya xwe li hember serdana Hewlêrê diyar kir, herwiha kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de û herwiha serkeftinên Hêzên Pêşmerge li hember DIŞIê diyar kir.

 

Şanda îranî eşkere kir ku Îran dixwaze peywendiyên xwe yên ligel Herêma Kurdistanê  berfiretir bike û tekez li ser berdewamiya piştgiriya Hikûmeta Îranê bo Herêma Kurdistanê kir.

 

Ji aliyê xwe ve jî Serokwezîrê Kurdistanê spasiya serdana şanda mêvan kir û kêfxweşiya xwe ya li hember biryara Îranê a bo bihêztirkirina pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê de diyar kir û eşkere kir ku pêwendiyên di navbera herdu aliyan pêwendiyên dîrokî ne û di rojên dijwar de Komara Îslamî ya Îranê hevkar û alîgirê gelê kurd bûye.

 

Barzanî tekez kir ku, Herêma Kurdistanê amade ye hemû asankariyekê pêşkêş bike bo bihêzkirina pêwendiyên herdu aliyan di hemû waran de.