Sê navend ji bo wergirtina wan êzîdiyên dixwazin herin şer hat vekirin

Sihêla(Rûdaw) – Piştî civîna şanda Civata Rûhanî ya Êzîdiyan û Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, sê navendên wergirtina xortên êzîdî yên ku dixwazin herin şerê DAIŞê, hat vekirin.

Civata Rûhanî ya Êzîdiyan ji Rûdawê re ragihand ku îro şandeke civatê bi serokatiya wekîlê mîrê êzîdiyan, Mîr Hazim serdana baregeha hêla Şingalê kir û bi Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî re civiya.

Li gorî agahiyên civatê, di civînê de li ser ewşa êzîdiyên Şingalê hat axaftin û paşê biryar hat dayîn ku sê navendên wergirtina xortên êzîdî bên vekirin da ku ew jî bikarin li kêleka hêzên Pêşmerge li Şingal û Zûmarê û cihên din li dijî DAIŞê şer bikin.

Hat zanîn ku ew sê navendên han dê li navçeyên Sêmêl, Şêxan û bajarê Dihokê bên vekirin û navên wan xortên êzîdî yên dixwazin herin şer, tomar bikin.

Şanda Civata Rûhanî ya Êzîdian her wiha îro li Dihokê bi Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe Kerîm Şingalî re jî civiya û di civînê de behsa çawaniya gihandina alîkariyên mirovî bo awareyên êzîdî yên  ji ber êrişên DAIŞê reviyane çiyayê Şingalê û cihên din, hat kirin.