Siyasetmedar Abdurehîm Yavuz wefat kir

05-07-2024
Nîşan PDK Bakur Abdurehîm Yavuz Ruha Cizîra Botan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Bakur (PDK-Bakur) Abdurehîm Yavuz wefat kir.

Li gorî zanyariyên Rûdawê ji berpirsên PDK- Bakurê standiye siyasetmedar Abdurrehîm Yavuz li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê wefat kir.

Abdurehîm Yavuz sala 1960î li navçeya Cizirê ya Şirnexê ji dayik bûye û sala 1977an de bûye endamê PDK - Bakurê.

Sala 1981ê de tê girtin û gelek salan li Girîgeha Amedê di bin şkenceyê de dîmîne.

Yavuz li Herêma Kurdistanê beşdarî xebatên Şoreşa Gulan û Raperînê bûye.

Cenazeyê Abdurehîm Yavuz îro li Cizîrê bi merasîmekê hat veşartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst