Ayşegul Dogan: Divê Tirkiye pêwendiyên dostane bi Kurdan re çêbike

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku divê Tirkiye li her 4 parçeyên Kurdistanê pêwendiyên dostane bi Kurdan re çêbike.

Berdevka Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan li Navenda DEM Partiyê ya li Enqereyê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Doganê di destpêka axaftina xwe de êrişên li dijî penaberên Sûriyeyê şermezar kirin û eşkere kir ku hem îktîdar hem jî muxalefet propagandaya dijberiya penaberan dike.

Ayşegul Doganê di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku divê hikûmet hem li hundir û hem jî li derve bi avayekî dostane nêzîkî Kurdan bibe.

Doganê diyar kir ku çalakiyên wan yên li dijî qeyûman berdewam dibin û ew dê 19ê vê mehê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî dest bi hinek çalakiyan bikin.

Ayşegul Doganê behsa çalakiya nû ya DEM Partiyê jî kir û wiha berdewam kir:

“Kar, debar, ked û paşeroja me ji me hat dizîn. Bi milyonan kes mehkûmî xizanî û hejariyê hatine kirin.

Paşeroja gel jî didizin. Li dijî wab kesên çav berdaye kar, debar, azadî, xwêdana eniya me û keda me, tev li kampanayaya me bibin.”