Nebahat dema 16 salî bû çû ser hewiyê, niha muxtara gund e
Mêrdîn (Rûdaw) – Nebahat Durmaz dema 16 salî bû bi kurê meta xwe re tê zewicandin û diçe ser hewiyê lê ew niha muxtara gund e.
Çîroka Nebahatê li gundê Tahlbeşê yê Dêrika Mêrdînê dest pê dike.
Dema Nebahat 16 salî ye wê didin kurê meta wê yê ku 23 salan jê mezintir e û diçe ser hewiyê.
Piştî ku 7 zik zarok tîne mêrê wê koça dawî dike û di 38 saliya xwe de bi tena serê xwe dikeve bin kar û barê giran ê jiyanê.
Lê Nebahat wekî bi milyonan jinên Kurd rêya têkoşînê dide ber xwe û dibe mînaka hêza jinê.
Nebahata ku bi çanda Kurdî ya “Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” mezin bûye xwe li ber muxtariyê rakiriye û ev sê serdem in ku muxtara gund e.
Muxtara me bi kiras û fîstan û kitana Berîya Mêrdînê nan lê dixe û qûtê zar û zêçên xwe bi destên xwe dipêje.
“Min jê re digot xwakê wê jî digot bûka min”
Nebahat Durmaza muxtara gundê Tahlbeşê wiha behsa çîroka xwe dike:
“Erê weleh, wexta ez hatim 6 zarokên hewiya min hebûn. Yê biçûk hê bi çarpiyan diçû.
Hewiya min jî ji min re wek xesû bû, ne wek hewîya bû. Ez jî wek qîza wê bûm.
Min jê re digot xwakê wê jî digot bûka min e, digot bira kes nebêje hewiya te ye.
Me ji hevdû hez dikir me xatirê hev digirt lê helbet hewî tehde ye.
Hem ê diçe ser hewiyê hem jî ya hewî tê ser. Ji meriv re jî tehde ye ji wan re jî tehde ye.”
“Divê em xizmetê ji jinan re bikin, ne ku bibin hewiyên wan”
Nebahat dibêje ku ew xwediya aqilê xwe yê niha ba ew ti carî nediçû ser hewiyê û li pey çîroka xwe diçe:
“Wek zemanê anihaba, me xwendiba em geriyaba, ez wek aniha zanebama dinya jî rabûya ez ji jinekê re nedibûm hewî.
Çimkî divê em piştevaniya jina, em xizmetê ji wan re bikin, ne ku ji wan re bibin hewî.
Wek vê serdemê ba min bi ti awayî nedikir. Wê donema ez bûm hewî jî ez wek hewiyan tevnedigeriyam.”
Dema ew 38 salî ye hevjînê wê yê 62 salî ji ber krîza dil dimire û ew barê li ser pişta wê girantir dibe.
“Ez mam bi 7 zarokên xwe re”
Nebahatê çîroka xwe ya wê demê jî wiha anî zimên:
“Zilamê min rehmet kir ez mam bi 7 zarokên xwe re. Ji ber ez jina duduyan bûm miaşê zilam jî ji min re nema.”
Nebahat Durmaz bi wefata mêrê xwe re bi barê 7 zarokan ve bi têkoşîneke gelekî zehmet re rû bi rû maye ku çîroka muxtariya wê jî wisa dest pê kiriye.
“Ji bo zarokên min ber xwe nekevin ez nedigiriyam”
Nebahat çîroka xwe ya wefata zilamê xwe û biryardayîna muxtariyê dibilîne:
“Ez pir pir xemgîn jî bûm. Zilamê rehmet kir hêj gênc bû, ez jî gênc bûm. Emrê min 37-38 sal bû, ez pir perîşan bûm.
Ez mecbûr bûm, ji bo zarokên min ber xwe nekevin ez nedigiriyam jî.
Dema ez xemgîn jî dibûm ez diçûm dereke din min digot bira zarokên min xemgîn nebin.
Me ji xwe re kar kir, bi Quran me heywan jî xwedî kir, min cotkarî jî kir, min elok jî, mirîşk jî xwedî kirin.
Piştî wê jî min got ez ê bibim muxtar jî ji bo miaşê muxtariyê.
Ez bûm muxtar û va ye teqawît jî dibim. Min ew jî ji bo zarokên xwe kir.”
Ew cara ewil sala 2014an bûye mixtara gund û li her derê û li cem her kesî bi reng, deng û zimanê xwe maye.
“Em ti carî eslê xwe winda nakin”
Nebahat Durmaz li ser xwedîlixwederketinê wiha axivî:
“Bi Xwedê ez jineke Kurd û muxtar im jî. Min hîç cil û bergên xwe neguherandin.
Ez bi van cil û bergên xwe diçim cem walî jî cem qaymeqam jî ez çûme cem serokkomar jî.
Cilên me yên herêmî ne, sembola me ne. Em ti carî eslê xwe winda nakin û heya dawiyê jî em hene û em girêdana xwe jî xera nakin.”
Ev sê serdem in ku Nebahat li ser hev dibe muxtar mohra xwe li qedera gundê Tahlbeşê dixe.
Rê, av, park, xani…
Muxtara serkeftî wiha behsa hinek xizmetên xwe kir:
“Min ji gundê xwe re rê çêkirîye, av çêkiriye, parka zarokan çêkiriye, min kevirên parkeyan yên nav gund çêkirine, min mala şînê çêkirîye.
Apekî min ê extîyar hebû min jê re xanî çêkir.”
Gundê Tahlbeşê li Deşta Dêrikê pişta xwe spartiye Şemrexê, gund 15 mal in û hejmara şêniyên gund jî 150 e û ji muxtara xwe gelekî razî ne.
“Jin e em diçin ber deriyê wê em her tiştî jê dixwazin”
Remziya Denka ku şêniyeke gund e got, “Heke muxtar zilam ba, me pîrekan ji ku dikaribû herin ber derîyê wî me yê bigota kare me pêk bîne.
Jin e em diçin ber deriyê wê em her tiştî jê dixwazin.”
Bîlal Denkê ji gundê Tahlbeşê jî got, “Dema bi nêrîna merekî li muxtara me dinerim, ew karê baş pêk tîne û ji merekî xweştir erkê xwe pêk tîne.”
Li Dêrikê bi tevahî 79 muxtar hene û tenê Nebahat Durmaz muxtara jin e, li Mêrdînê jî ji 699 muxtaran 2 jin in.