HPG: Me bi amûrên hewayî 4 çalakî kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku wan bi amûrên hewayî 4 çalakî li dar xistine.

HPGyê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, “Yekîneya Şehîd Axîn Mûş bi amûrên hewayî 4 çalakiyên cuda li dar xistin.”

Li gorî daxuyaniyê di van çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin, wesayîteke zirxpoş û cebilxane hatine îmhakirin.

HPGyê diyar kir ku ev çalakî doh li Başûrê Kurdistanê li herêma Sergelê hatine kirin.

Li hêla din, Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.